Serokê YNK’ê Bafil Talebanî jî komkujiya li dijî 4 Kurdan li Efrînê bi tundî şermezar kir û sersaxî ji malbatan qûrbaniyan re xwest.
Têkildarî mijarê, serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî bi peyamekê komkujiya li cindirsê şermezar kir û ev yek got:
“Divê aliyên têkildar sûcdaran di zûtirîn demê de radestî edaletê bikin.
Baweriya me bi aştî û biratiya gelan heye.
Em tundî û sûcên li dijî welatiyên me tên kirin, bi çi navî be dibin bila bibe, red dikin.
Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û êşa wan parve dikin.”