2 KEŞTIYÊN NEFTÊ HATIN ARMANCKIRIN… YEKSER BUHAYÊN NEFTÊ BILIND BÛN

Du keştiyên neftê dîsan li bermaberî benderên Îmaratê hatin hedefgirtin, pê re jî buhayên neftê bilind bûn.

Navenda Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê teqez kir ku îro êrîş li dijî du keştiyên neftê li Kendava Omanê li nêzî bendera Îranî pêk hat.

Komkeştiya 5’an a Amerîkî jî ragihand ku herdu keştiyan du caran bangawazî kiribûn.

Ji aliyê xwe ve ajansa Faris a Îranî ragihand ku herdu keştî hatin valakirin û keştiyeke Îranî ya rizgarkirinê ber bi keştiya ku dişewite ve çû.

Li gorî agahiyan, keştiyek ji wan neft ji Siûdiyê dibir Sangaforayê.

Gava komk-eştiya Brîtanî ev nûçe teqez kir yekser buhayên neftê di bankayên navdewletî de bilind bûn.

Berî niha 4 keştî li heman deverê rastî êrîşê hatibûn.

Amerîka jî Îran bi wê êrîşê tawanbar kiribû, lê Îran ev yek negirt ser xwe.

Diyare agirê ku pêketiye wê gurtir bibe.

Leave a Reply

Back to top button