Îro 10 xwendekarên Peymengeha bilind a ragihandinê li Zanîngeha Rojava projeyên xwe yên derçûnê pêşkêş kirin.
Cara yekemîne li ser asta Bakur û Rojhilaê Sûriyê beşa ragihandinê tê xwendin.
Xwendekarên Peymengeha bilind a ragihandinê li Zanîngeha Rojava projeyên xwe li pêșiya mamoste, çavdêrê beșê û malbatên xwe li hola zaningeha rojava ya Qamişlo pêșkêș kirin.
Projeya xwendekaran di warê nivîs û dîtbarî de bûn.
Xwendekaran li gor pîvanên akademîk projeyên xwe amade kirin û li pêș komîteya nirxandin pêșkêș kirin.
Hêjî bibîrxistiye ku beșê Peymengeha bilind di 2020’an û 2021’an de li Zanîngehê rojava hatiye vekirin.