Di nava Kosova û Sirbistanê de alozî

Aloziya di navbera Kosova û Sirbistanê de hêjî berdewame.
Armaca Kosovayê ya ji bo xweseriyê û cudabûna ji Sirbê bi çalakiyan tê pirotesto kirin.

Li bakurê Kosovayê îro careke din bi hezaran xwepêşander li hev civiyan û xwepêşandane lidarxistin.

Xwepêşandêran bi hildanan ala mezin a dused metreyî ya Sirbîstanê armaca Kosovayê ya cuda bûna ji Sibrîstanê şermezar kirin.

Hemwextî kombûna çalakvanan leşkerên Hêzên Aştiyê yên Kosovayê (KFOR) a NATO li dora şaredariyê çemberek çêkir û rê nedan çalakvanan.

Berê jî hêzên aştiyê yên bi serkêşiya NATO’yê di roja Duşemê de jî bi tundî êrişî xwepêşandana kiribû û di encamê de pevçûnên giran derketibû.

Li gorî KFOR, di pevçûnên roja Duşemê de 11 jê Îtalî û 19 jî Macarî bi giştî 30 aştîparêz birîndar bûne.

NATO yê jî doh di daxuyaniyekê de eşkere kir, 30 hêzên aştiyê di pevçûnên bi xwepêşanderên Sirbî re birîndar bûne.

Her wiha hate ragihandin ku dê hêzên zêdetir li bakurê Kosovayê werin bicihkirin.

Back to top button