Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 2 nifşên nû yên welatiyên xwe yên li Sûdanê asî mabûn, veguhestin.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li ser mijarê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ku bi 3 geştên hewayî, heta niha 341 welatiyên Sûrî ji Sûdanê derxistin e.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
Nifşê duyemîn jî, ji 18 kesan pêk dihat û ew jî bo Qamişlo hatin veguhestin.
Nifşê sêyemîn jî, ji 170 kesî, tevî 3 cenazeyan pêk dihat û ew bo Şamê hatin veguhestin.
Li gorî daxuyaniyê, Rêveberiya Xweser heta niha 341 kes ji Sûdanê derxistin e.
Daîreya Têkiliyên Derve diyar kir, ku ev yek di çarçoveya însiyatîfa Rêveberiyê ya 18 Nîsanê, ku yek ji xalên wê, vegerandina penaberên Sûrî yên li derve de, pêk tê.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser teqez kir, ew ê bi hemû beşên xwe, berpirsiyarên xwe yên niştimanî û mirovî li hember gelê xwe pêk bîn e.