Li Almaniyayê 7 alîkarên DAIŞ’ê hatin girtin

Bi tawana destekdayîna darayî bo malbatên DAIŞ’ê yên di kampên Hol û Roj ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, 7 kes li Almaniyayê hatin girtin.

Girtina van kesan piştî 19 serdegirtinên polîsên Almanî, li çend bajaran pêk hat.

Desthilatdariya Almaniyayê gumana xwe heye ku girêdana van kesan bi toreke navdewletî ya berhevkirina alîkariyan bo malbatên DAIŞ ên li Sûriyê re hebe.

Li gorî Reutersê, bêhtirî 65 hezar Euro ji girtiyên DAIŞ ên li Sûriyê re hatiye şandin û vê yekê reva hin çeteyan ji kampan, hêsan kiriye.

Dozger jî dibêjin vê desteka darayî, rêxistina terorê xurtir kir.

Li kampên Hol û Roj nêzî 56 hezar jin û zarokên DAIŞ’ê yên ji nasnamên cuda hene.

Rêveberiya Xweser jî bang li welatanên cîhanê dike ku welatiyên xwe webigirin.

Tevî ku hin welatan welatiyên xwe wergirtine jî, lê piraniya malbatên DAIŞ’ê yên mayî, li welatên xwe nayên qebûlkirin.

Back to top button