Şêx Maşûq Xeznawî di bîr û hişê rewşenbîriya kurd de bû xwedî cihek taybet.
Rewşenbîr Ehmed Hûseynî diyar kir şêx Maşûq ji bo wan, hêza ronakbîriyê ye û got: Heger heya roja îro heba, meyê kariba hîna zedetir pêşeroja xwe di warê zanebûnê de ronaktir kiriba.
Şêx Muhemmed Maşûqê Xeznewî ango şêx Maşûq Xeznawî.
Di nava Kurdan de weke şêx Seîdê duyemîn tê naskirin.
Alimekî îsalamî û kurdperwer ê bi nav û deng bû.
Bi gotina xwe ya:
Ti kes mafan bi xêra xwe nade, mirov mafê xwe bi darê zorê distînin.
Cihekî wî yê taybet di nava Kurdan de heye.
Bi boneya salvegera 18’an a şihadeta şêx Maşûq Xeznawî, rewşenbîr Ehmd Huseyînî ji mere axivî.
Ehmed Huseyînî: Bîr û baweriya Şêx Maşûq têra Rojhilata Navîn dikir
Ehmed Huseyînî diyar kir ku hêza Şêx Maşûq têra ronakbîriya Rojhilata Navîn dikir.
Şêx Maşûq timî bi riya xîtab û semînerên xwe gel li hemberî siyaseta rejîma Baas hişyar dikir.
Bi taybet dema serhildana Qamişlo ya 2004’an bi peymanên xwe yên xurt bandoreke mezin kir.
Lewre bû hedefa rejîma Baas û 1’ê Hezîrana 2005’an ji aliyê rejîma Baas ve tê şehîdkirin.
”Zanebûna Şêx Maşûq di xizmeta Gelê Kurd de bû”
Ehmed Hûseyînî da zanîn ku şêx Maşûq ji bo xizmeta gelê xwe her li pêş bû.
Ji bo bîranîn û nûkirina soza bi şêx Maşûq Xeznawî re, îro hezkiriyê wî berê xwe bidin ser gora wî û mûmên ronakbîriyê car din li ber serê wî pêxin.



