HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûne eşkere kir.
HPG sersaxiyê ji malbata şehîdan û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û got:
Hevreyên me Şerger û Rêncber bi cesaret û fedakariya mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi awayekî serkeftî bi cih anîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 2 gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek parve kir.

HPG ewil operasyona dewleta Tirk ya di 14’ê Gulanê de li dijî herêma Besta ya Şirnexê bi bîr xist û wiha got:

“Artêşa Tirk agahî stendibû ku komek hevalên me li vê qadê ne, tevî 8 balafirên şer, 2 helîkopterên êrîşê û gelek kontrayan gelek caran êrîş pêk anîne.

Dora qada ku hêzên me lê bi cih bûne, hate girtin û du rojan bi helîkopterên êrîşê hatine bombekirin.

Di 16’ê Gulanê de hevrêyên me Bawer Med û Rênçber Givara bi awayekî xurt li hêzên dijmin dan.

HPG diyar kir arteşa tirk a ku li vir derbeke giran xwariyr piştre bi balefirên şer û bi gazeke zer û bêhna sêvan jê dihat, qad bombe kiriye û got:

Hevalên me Bawer û Rêncber du rojan bi awayekî destanî ji bo xwe parastinê şer kirine û piştre şehîd bûne.

Di dewamê de HPG’ê da zanîn êrîşên artêşa Tirk di 17’ê Gulanê de berfirehtir bûn û ev agahî parve kir:

Li vir jî di navbera hêzên me û artêşa Tirk de şer derket û di van pevçûnan de fermandarên me yên pêşeng Dilşêr û Şerger hevalên me bersiva pêwîst dan dijmin û şehîd bûn.”

Hêzên Parastina Gel HPG, sersaxiyê ji malbata şehîdan û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û got:

Hevreyên me Şerger û Rêncber bi cesaret û fedakariya mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi awayekî serkeftî bi cih anîne.

Agahiyên nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav: Şerger Caf
Nav û paşnav: Servet Hesen
Cihê jidayikbûnê: Kelar
Navê Dê: Rahna
Navê Bav: Hesen Perec
Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Gulana 2023’an/Besta

Nasnav: Rêncber Gîvara
Nav û paşnav: Hasan Agirman
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dê: Hazniye
Navê Bav: Mahmût
Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Gulana 2023’an / Besta

Nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûne hate eşkerekirin

Back to top button