Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê ragihand ku 18 kesên din bi nexweşiya vîrûsa Coronayê ketine, 2 kes jî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da û 6 jî baş bûn.
Li gorî wezaretê, heta niha jimara kesên nexweş li deverên li jêr kontrola hikûmeta Şamê gihaşt 540 kesî, ji wan 160 baş bûne û 31 jî mirine.