Nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûne hate eşkerekirin

HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn eşkere kir û got:
Hevrêyê me Dilşêr Çiyareş û Bawer Med bi fedaî şer kir û şehîd bûn.
HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan, ji eşîra Mamxurî û Dirî re û ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li gel biryara bêçalakîtiyê ya gêrîla hîna jî êrişan didomîne û wiha got:

“Li herêma Bestayê di 15 û 16’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker êriş kir.

Hevrêyên me yên li Bestayê 2 rojan berxwedaneke gelekî mezin kirin.

Hevrêyên me di bin fermandariya hevrê Dilşêr de ev operasyon têk birin.

Dijmin li xwe mikur hat ku di vî şerî de 5 leşker û kontrayek hatine kuştin.

Lê eşkereye ku hejmara kuştiyên dijmin zêdetire.”

HPG’ê diyar kir ku di vî şerî de hevrêyê wan Dilşêr Çiyareş û Bawer Med bi fedaî şer kir û şehîd bûn û got:

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd di şexsê eşîrên Mamxurî û Dirî de em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav: Dilşêr Çiyareş
Nav paşnav: Mehmet Şakîr Alici
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik: Sosin
Bav: Bekîr
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Gulana 2023, Besta

Nasnav: Bawer Med
Nav paşnav: Dîcle Yemen
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik: Fatma
Bav: Naîf
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Gulana 2023, Besta

Back to top button