Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Brukselê, bi şandeyeke Belcîkayê re hevdîtin kir.
Şandeya Belcîkayê ji nûnerên meclisên şaredariyên Bruksel, Liege, Leuven û Herzlê, nûnerên saziyên civaka sivîl, rojnamevan, siyasetmedar û serokê Enstîtûya Kurdî ya Belcîkayê Derwêş Ferho, pêk hat.
Di şandeya Rêveberiya Xweser de jî, nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer û Hozan Xelîl, cih girt.
Hevdîtin li avahiya Koordînasyona Rêveberiya Xweser a li Brukselê pêk hat.
Di hevdîtinê de şandeya Rêveberiya Xweser bal kişand ser geşedan, astengiyên siyasî, aborî û mirovî yên li herêmên Rêveberiya Xweser,
Şerê li dijî DAIŞ’ê û berpirsyariyên hêzên navneteweyî li hember rêxistina terorê.
Aliyan li ser danîna plan û bernameyan ji bo piştgiriya projeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di warê tenduristî, jîngeh, perwerde, ava-vexwarinê û kanalîzasyonê.
Her wiha li ser hevkariya di navbera zanîngeh û şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên Belcîkayê de, lihevkirin.