Îro bi amadebûna hevserokatiya desteyê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist.
Di civînê de biryara îstîfayê ya hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El Mihbaş hat xwendin û erêkirin.
Û li şûna wî Hisên Osman bû hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Di civînê de, Îbrahîm Seed wekî hevseorkê Desteya Jîngehê hat erkdarkirin.
Di rûniştina 76’an a Meclisa Giştî de, Desteya Jîngehê ji nava Desteya Şaredariyên Herêmî û Jînegehê hat veqetandin.