Li bajarê Hesekê jinek hat kuştin

Gelek jin ji ber zihniyeta zilamê serwer dibin qurban.
Li bajarê Hesekê cenazeyê jinekê li mala wê kuştî hat dîtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê buyerê de lêpirsîn vekir.

Li gorî çavkaniyan, vê sibehê li taxa El-Eskerî ya bajarê Hesekê cenzayê jina bi navê Hîba Mihemed Xelef hat dîtin.

Hat diyarkirn ku ev 2 roj in peywendiya xizmên Hîba pê re qut bibûn.

Li gorî agahiyan, Hîba Xelef 32 salî, zewicî ye û dayika du zarokan bû.

Hîba ji gundê Idwaniyê yê Serêkaniyê ye û bi kesê bi navê Hesen Ketaş ê ji gundewarê Helebê re zewicî bû.

Dema ku Hîba li mala xwe kuştî hate dîtin, ne hevjînê wê û ne jî her du zarokên wê li malê bûn.

Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcan a girêdayî hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê sûc de lêpirsîn vekir û li kesê bi navê Hesen Ketaş jî digere.

Back to top button