Newroz Uysal hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re nirxand

Parêzera Rêber Abdullah Ocalan, Newroz Uysal hevdîtina herî dawî ya parêzeran bi Ocalan re nirxand. Newroz Uysal tekez kir divê mafên hiqûqî yên Birêz Ocalan, hevdîtinên pê re nebin mijara şantajê û demildest gav bên avêtin.

Ji ber rewşa tendirustiyê ya Rêber Apo fikar zêde dibin.

Ev yek ji ber ku ji 25’ê Adara 2021’ê û heta niha agahî jê nayê girtin.

Hevdîtina herî dawî ya parêzeran jî 7’ê Tebaxa 2019 bû.

Der barê vê hevdîtinê de parêzera Rêber Abdullah Ocalan, Newroz Uysal ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.

Newroz Uysal anî zimn ku 5 sal in bi awayekî sîstematik cezayê dîsîplînê û biryarên qedexeyan tên dayîn û wiha domand:

Ev ne tenê pirsgirêka hiqûqê ye, ev pirsgirêka hemû kesên li Tirkiyê ye.

25 sal in li Îmraliyê tecrîdek giran heye.

Ev tecrîd ne tenê bandorê li ser birêz Ocalan li hemû qadan ên siyasî, leşkerî, aborî, dîplomatîk dike.

Tecrîdkirina Birêz Ocalan tunekirina gelê Kurd e. ”

Parêzer Newroz Uysal destnîşan kir ku ev tecrîda li ser Rêber Apo ne di hiqûqa Tirk ne jî di ya navneteweyî de heye û ev got:

” Bi salan e di tecrîdê de israr heye. Ev sûcekî li mirovahiyê ye.

Li gorî biryara DMME’ê ya 2014’an cezayê muebeta giran, îşkence bixwe ye.

Gelek serlêdanên ji bo Konseya Ewropa, NY, DMME û bangên ji bo CPT’yê hene.

Bila ew peywira xwe bînin cih, em dibînin ku serbixwe tevnagerin.

Parêzera Rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal teqez kir divê mafên hiqûqî yên Rêber Apo, hevdîtinên bi malbat û parêzezeran re nebin mijara şantajê û ev got:

“Divê ev mafên qanûnî bên nasîn. Divê tecrîda giran a li ser Ocalan demildest bê ferqkirin û ji holê bê rakirin.

Ji bo vê divê demildest gav bên avêtin.

Divê qada navneteweyî, aliyê dîplomatîk û NY, konseya Ewropa, DMME, CPT der barê vê de xeteke têkoşînê ya siyasî bihone.”

Back to top button