Biden û Stoltenberg li Koşka Spî civiyan

Serokê Amerîkayê Joe Biden li Koşka Spî bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re civiya.

Daxwazên beşdarkirina Swêd ya ji bo NATO, rastî astengiyên Tirkiye û Macerîstanê hatiye.

Rejîma Enqerê ji bo vê beşdarbûnê, gefên xwe didomîne.

Êdî ji vê helwesta derengxistina endamtiya Swêd, beşek welatên NATo nerazîbûna xwe tînin ziman.

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re li Koşka Spî civiya.

Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên şerê Ukrayna-Rûsyayê, piştgiriya ji bo Ukraynayê û Lûtkeya NATO’yê hatin nirxandin.

Di Tîrmehê de, wê li paytexta Lîtvanya Vilniusê lûtkeya NATO were lidarxistin.

Biden û Stoltenberg li ser piştevaniya Ukrayna jî dubare kirin.

Stoltenberg beriya hevdîtina bi Biden re bi Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken re hevdîtinek pêk anîbû.

Koşka Spî: Divê di zûtirîn demê de Swêd bibe endamê NATO

Tirkiyeyê di meha Adarê de endamtiya Fînlandiyayê ya NATOyê pejirand.

Peyama dawî ya DYA’yê ku divê Swêd di zûtirîn dem de bibe endamê NATO’yê duh ji Koşka Spî hat.

Berdevka Qesra Spî Karine Jean Pierre destnîşan kir ku Swêd erkên xwe yên li gorî peymana berê ya bi Tirkiyê re pêk aniye û qanûna nû ya têkoşîna li dijî terorê di 1’ê Hezîranê de ketiye meriyetê.

Pierre careke din teqez kir ku beşdarbûna Swêdê wê NATOyê xurtir bike û got,

“Em wisa difikirin ku divê Swêd di zûtirîn dem de bibe endamê NATO’yê”.

Em di vî warî de bi hêvî ne.”

Back to top button