Gerîlla ji bo bîranîna şehîdên Girê Zendûrayê, li dijî hêzên artêşa Tirk rêzeçalakî pêk anîn. Li gorî daxuyaniya HPG’ê, di van çalakiyan de 17 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku komeke gerîlla sala 2021’an li Girê Zendûrayê bi lehengî bersiv dan êrişên artêşa Tirk û şehîd bûn.
Navendê diyar kir ku ji bo bîranîna van şehîdan, gerîlla rêzeçalakî pêk anîn û têkildarî encamên wan ev agahî parve kirin:
. Li herêma Avaşînê
8’ê Hezîranê li Qada Werxelê kamerayên mobesse û pergala radarê yên artêşa Tirk, ji aliyê gerîllayên jin ve hatin tinekirin.
Heman rojê li dijî çeperên hêzên dagirker çalakî jî pêk hat.
Di encamê de 4 leşker hatin kuştin.
Piştî lêdana gerîlla, hêzên artêşa Tirk paşde çûn.
. Li herêma Metînayê
6’ê Hezîranê li Qada Girê Hakkarî, hêzên artêşa Tirk bûn armanca lêdana gerîlla.
Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.
7’ê Hezîranê jî li heman herêmê çalakiyeke din pêk hat û tê de leşkerek hat kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Dîsa li Qada Girê Hekkarî, 8’ê gerîlla bi çekên giran li çeperên hêzên dagirker dan.
Di encama çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Li Girê FM jî, gerîlla pergala kamereyên şopandinê rûxandin.
. Li herêma Zapê
8 û 9’ê Hezîranê dagirkerên li derdora Qada Karker, bicih bibûn bûn armanca sekvanên gerîllayên YJA Starê.
Di çalakiyan de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk di navbera 7 û 9’ê Hezîranê de;
37 caran bi teqemeniyan, 24 caran bi çekên kîmyewî ê 25 caran jî bi helîkopterên êrişê, qadên gerîlla bombebaran kirin.