Li aliyekî gefên Dewleta Tirk a dagirkeriyeke nû û li aliyekî jî êriş û topbarana li ser herêmê bê navber dewam dike.
Îro, Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, gundên Boxaz û Ceblêt El-Hemra ên Babê û Mizgefta gundê Cat ê Minbicê topbaran kir..
Li Qamişlo jî balafireke biçek a dewleta Tirk bombebaran pêk anî û 5 welatî birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bê navber êrişî herêmê dikin.
Di hedefa êrişên dagirkeran de vê carê jî mizgefeke li Minbicê hebû.
Îro sibehê, dewleta Tirk Mizgefta gundê Cat ê Minbicê topbaran kir..
Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî derbarê êrişê de ragihand ku dagirkeran Mizgefta gundê Cat ê Minbicê bi dijwarî topbaran kir û Zerareke mezin gihişt Mizgeftê .
Di seatên ber bi êvarê jî dagirkeran gundê Boxaz û Ceblet El-Hemra yê Rojhilatê Babê topbaran kirin..
Di bombebarana li ser Qamişlo de 5 welatî birîndar bûn
Her wiha li Qamişlo jî dewleta Tirk bi balafireke bêmirov a bi çek bombebaran pêk anî..
Bombebaran li nêzî bazara sebze ya li taxa Meyselûn a Qamişlo pêk hat.
Hêzên Asayîşê: Embara HPC li Qamişlo hat bombebarankirin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got:
Balefireke dagirkeriya Tirk Embara hêzên Parastina Civakî ya li taxa Meyselon bombebaran kir û di encamê de 5 welatî birîndar bûn..
Her wiha erebeyên li rex embarê sekinî bûn jî zirar dîtin..”
Di dawiya daxuyaniya Hêzên Asayîşê de êriş hat şermezarkirin û bang li civaka navnetewî hat kirin van sucan rawestînin..
Dagirkeran duh jî gundê Seyda yê bakurê navçeya Eyn Îsa , rêya M4 û xwaringeha Saqir topbaran kirin.