Endamê Komîteya Parastina Maf û Azadiyan Deştî Cemal da xuyakirin ku PDK, êşkenceyê li girtiyan dike, wan nabe dadgehê û rêzê nade qanûna ku bi xwe derxistiye.
Deştî Cemal diyar kir ku PDK, ev 29 sal in bi rêya zext û bêdengkirina gel, dema desthilata xwe dirêj dike.
Deştî Cemal da zanîn ku ew weke Komîte, dê hemû rêxistinên cîhanê ji binpêkirinên PDK’ê agadar bikin û got:
“Nerazîbûna Kurdên Başûrê Kudistanê li hember desthilatê ciddî ye.
Vê carê xelk ranawestin, ji ber ku PDK, ji bilî girtin, binçavkirin, revandin û penaberkirina ciwanan tiştekî din nekiriye”.
Endamê Komîteya Parastina Maf û Azadiyan Deştî Cemal bang li gel kir ku ji senyaryoyên PDK’ê hişyar bin û ji bo bidestxistina mafên xwe di nava têkoşîna bênavber de bin.
PDK, di mehên dawiyê de, gelek rojnameger, çalakvan û azadîxwaz girtine û rê nade malbat û parêzerên wan ku serdana wan bikin.