SERÇETE EBÛ BEKIR BEXDADÎ BANGA ÊRÎŞA LI DIJÎ KAMPA HOLÊ KIR

Serçeteyên DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî bi riya nameyeke dengî gefa berdewamiya êrîşên terorîst xwar.
Bexdadî di nameya xwe de ku derdora nîv saetê ye, bang li çeteyên xwe dike ku êrîşî Kampa Holê bikin da ku jin û malbatên van çeteyan werin berdan.

 

Saziya bi navê ”Furqan” a çeteyên DAIŞ’ê nameyeke dengî belav kir û diyar kir ku dengê serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî ye.

Serçete Ebû Bekir Bexdadî di nameya xwe de dibêje ku çalakiyên wan ên terorîst berdewam in û rojane tên lidarxistin û ev çalakî piraniya xwe li Malî, Sûriya û Iraqê ne.

Bexdadî bang li çeteyên xwe kir ku êrîşî Kampa holê, ku jin û malbatên çeteyan lê dimînin, bikin, da ku werin berdan.

Ji xwe ev banga Bexdadî xeteriya van jin û malbatên çeteyên DAIŞ’ê tekez dike, ku êdî bûne gefek li dijî ewlehiya herêmê û nayê zanîn ka kengî ev agir gurtir bibe.

Beriya çend rojan bi sernavê ”Jinên DAIŞÎ ne tenê bûk in, lê belê rola wan ji wiha xetertir e” Koma Globisk ku navenda wê li Silovakiyayê ye raporek der barê xeteriya jinên DAIŞ’î de weşand.

Di raporê de bal li ser xeteriya jinên DAIŞÎ hatibû kişandin û mîna gefeke mezin hatin binavkirin.

Têkildarî mijarê berpirsek ji Pentagonê ji tora CNN re diyar kir ku DYE’ê der barê dengê Bexdadî û gefên wî agahdar e, lê heta niha jî Waşinton ti helwest nîşan nedaye.

Di nîsana borî de serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî vîdyoyeke belav kiribû û û teqînên ku li Sirêlenkayê rû dabûn, pîroz kiribûn.

Her wiha di Tebaxa sala borî de jî hin dezgehên ragihandinê dabûn xuyakirin ku Bexdadî bi giranî birîndar bûye û êdî nema dikare çeteyên DAIŞ’ê bi rê ve bibe.

 

Leave a Reply

Back to top button