Hêzên Ewlekariyê paqijiya kampa Holê kirin

Hêzên Ewlekariyê pêngava paqijiya kampa Holê û komkirina agahiyan derbarê jinên DAIŞ’ î de, bi dawî kir.

Pêngavê paqijî û komkirina agahiyên li ser malbatên DAIŞ’î yên di kampa Holê de, a kamapê 10`ê Hezîranê dest pê kiribû.

Di pêngavê de, beşek ji kampê ku bi navê ‘El-Muhacerat’ tê naskirin, ji nûve bi rêxistin kirin.

Hêjayî bibîrxistinêye ku çarşema borî Rêveberiya Xweser li ser mijarê daxuyaniyek dabû û wiha gotibû:

Ji bo xurtkirina ewlehî û aştiyê, hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundrîn, bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ji bo başkirina rewşa jiyanî û mirovî di kampê de, pêngav dest pê kirin.

Back to top button