Li Idlibê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan de şer derket

Hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk rojane agirbesta li Idlbiê ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de ye binpê dike. Li Başûrê Idlibê dîsa navbera wan aliyan de şer derket.

Her wiha dewleta Tirk bi riya bikaranîna lîreya Tirkî li şûna lîreya Sûrî, li Idlibê, pilanên xwe yên Tirkirina herêmên ku dagir kirine, didomîne.

Hêzên Hikûmeta Şamê, deverên Fetîra, Sifohin û Flêfil ên Cebel El-Zawiye yê li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li eniya Filêf di navbera hêzên hikûmetê û çeteyê dewleta Tirk de, bi çekên giran şer derket.

Lê derbarê encaman de ti agahî nehatin bi destxistin.

Di vê navberê de balafirên bê mirov jî li asîmanê herêmê digerin.

Dewleta Tirk hewl dide Idlibê bike wîlayeteke Tirkiyê

Hemwextî şerê ku li ser erdê dewam dike, dewleta Tirk a dagirker, Tirkirina herêmên ku dagir kirine, dewam dike.

Di vê çarçoveyê de, çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan raghand ku dewleta Tirk a dagirker niha li Idlibê amadekariyên guhertina lîreya Sûrî bi lîreya Tirkî dike.

Ji bo vê jî niha çeteyên li wê derê miqdarek mezin ji pereyên Tirkî kirîne û derbasî herêmê kirine.

Bi vê yekê jî hewl dide ku deverên dagir kirine, bikin weke wîlayeteke Tirkiyê.

Li wan herêman, nexweşxane û saziyên Tirkiyê hatin vekirin.

Her wiha pilan tê kirin ku ew herêm kehrebê ji Tirkiyê bigrin.

Di aliyê leşkerî de jî dewleta Tirk hêza xwe li wir kom dike.

Girêdayî vê yekê tê gotin dewleta Tirk zêdeyî 11 hezar leşkerên xwe jî li Idlib û Helebê bicih kirine.

Her wiha ji meha Sibatê û heta niha zêdeyî 7 hezar û 320 maşîneyên leşkerî derbasî herêmê kirin.

Back to top button