Asayîşa PDK’ê nahêle ku Êzidî vegerin Şengalê

Hêzên PDK’ê ku di sala 2014’an de bû sedema ku bi hezaran Êzîdiyên Şengalê di komkujiyê re derbas bibin û ji warê xwe koçber bibin, niha jî nahêle ku koçberên Êzîdî vegerin, malên xwe.m Asayîşa PDK’ê nehişt ku 50 malbatên Êzidî ku vegerin Şengalê.

Li gorî agahiyan 50 Malbatên Êzidî tevî belgeya vegerê ji rêveberiya kampên xwe wergirtine da ku vegerin Şengalê, lê ji aliyê asayîşa PDK’ê a li Gundê Xetarê ve hatine astengkirin.

50 malbatên Êzidî yên ku Asayîşa PDK’ê pêşî lê girtine li gundê Xetarê ya di navbera Dihok-Mûsilê de hatine rawestandin.

Li ser vê yekê rêveberiya bajaroika Sinûnê diyar kir ku gelek malbatên Şengalê dixwazin vegerin Şengalê, lê hikûmeta Başûrê Kurdistanê li pêşiya vegera digre û Iraq li hemberî vê yekê bêdeng e.

Rêveberiya Sinûnê bang li saziyên mafê mirovan û Neteweyî Yekbûyî kir ku di demek nêz de çareseriyek ji bo vegera van malbatane bibînin.

Back to top button