Kongra Gel: Ji bo yekîtiya netewî divê 7’ê kanûnê herkes tevlî çalakiyan bibe

Piştî meşa dirêj ya ji Lozanê heta Cenevreyê, wê di 7’ê Kanûnê de jî li hemû derên ku lê dijîn ji bo yekîtiya netewî meş û mîtîng pêk werin.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongra Gel bang li hemû Kurdistaniyan kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tevlî meş û mîtîngên yekîtiya netewî bibin.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongra Gel di daxuyaniya xwe de da zanîn ku 7’ê Kanûnê li hemû derên ku Kurd lê dijîn wê bi duruşma “Ji bo têkbirina dagirkeriyê, yekîtiya neteweyî ava bikin”, meş û mîtîng werin lidarxistin.

Kongre gel di daxuyaniyê de got, “Gelê Kurdistanê bi yekîtîya neteweyî re dikare êrişên dagirkeran têk bibe. Pêwîst e gelê me vê daxwaziya xwe, bi çalaki û bi berxwedanên xwe xurt bike û li ser partî û saziyan zext bike.”

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongra Gel ji bo meşa ku wê 7’ê Kanûnê pêk were banga tevlî bûnê kir û got:

Ji bo hêvî û daxwaziyên gelê Kurdistanê hemû cîhan bibîhîze, pêwîst e kesek di mala xwe de nemîne.

Leave a Reply

Back to top button