Partiyên Kurdî yên Bakur ji bo yekîtiyê civîyan

HDP û partiyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê bi rojeva yekitiya neteweyî li Amedê civiyan.

Tê payîn ku di kombûnê de hin biryarên girîng werin dayîn.

Partiyên Kurdî yên Bakûrê Kurdistanê bi rojeva ‘yekitiya neteweyî’ li Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk ya Amedê hatin gel hev.

Civîn ji çapameniyê re girtî pêk hat û nûnerên 10 partiyan beşdar bûn.

Çav li rê ye ku di civînê de dem û naveroka komxebata ku partiyên Kurdî yên Bakûrê Kurdistanê pêk bînîn were diyarkirin û nexşeyek were derxistin.

Her weha di civînê de wê naveroka hevdîtinên şandeyên ku ji bo yekîtiya netewî biçin serdana Ewrûpa, Başûrê Kurdistanê û Rojava jî were diyarkirin.

Leave a Reply

Back to top button