25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinê li Qamişlo û Halebê panel û semîner hatin lidarxistin

Buroya Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdar Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan de li bajarê Qamişlo semînerek li dar xist.

Di semînerê de tevî dayika şehîd Hevrîn Xelef, endamên partî û rêxistinên jin amade bûn.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa axivî û diyar kir dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji îradeya jinên azad ditirse û got, “Bi şehîdkirina Hevrîn e jî ev eşkere bû.”

Yadê Sûad anî ziman ku dewleta Tirk û çeteyên wê nikarin destketiyên şehîdan tine bikin û îradeya jinên azad bişikînin.

Endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sûad Xelo jî diyar kir ku jin wê bi têkoşîna xwe pêşî li şîdetê bigirin û hiqûq jî yek ji qada vê têkoşînê ye.

Bi heman armancê li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê jî li buroya jin a MSD’ê panelek hat lidar xistin.

Jinan destnîşan kir ku yek ji sedema bingehîn ya tûndiya li ser jinê jî şer e û bi rawestandina êrîşên dagirkeriyê û çareseriya aloziya Sûriyê wê tûndiya li ser jinê jî kêm bibe.

Leave a Reply

Back to top button