Lihevkirina Tirkiye-Lîbya: Misir û Fransa ti rewabûn nedan lihevkirin

Lihevkirina di navbera dewleta Tirk û hikumeta Wîfaqê de, rastî nerazîbûnên tê.
Herî dawî Misir û Fransa jî ev lihevkirin red kir.
Dewleta Tirk jî, weke gava destpêkê ya pêkanîna vê lihevkirinê, herêmeke deryayî girt.

Lihevkirineke ewlehî-deryayî ya di navbera dewleta Tirk û hikumeta Lîbyayê de nerazîbûnan bi xwe re tîne.
Piştî parlamena Libyayê, Misir û Fransayê jî li dijî vê nerazîbûn nîşan dan.
Îro jî bi rêya telefonê, wezîrê derve yê Misirî û bi hempîşeyê wî yê Fransî re axivî û teqez kir ku ti rewabûna vê lihevkirinê tune ye.
Li gorî daxuyaniya wezîrê derve yê Misirî, herdu alî hemfikir in ku ev lihevkirin qanûna navdewletî û biryarên Konseya Ewlekariyê binpê dike.

WEKE GAVEKE DESTPÊKÊ, TIRKIYE HERÊMEKE DERYAYÎ GIRT

Her weha wezîrên Misirî û Fransî ji bo dewamkirina şerê li dijî terorê jî li hev kir.
Weke gava yekemîn a pêkanîna vê lihevkirinê, îro dewleta Tirk ragihand ku ew ê herêma deryayî ya li nêzî giravên Yûnanî yê li rojhilatê Deryaya Spî bigirin.
Li gorî agahiyan, stasyona hidrogarfîk a li Antalyayê berekî fireh ê di navbera giravên Crete, Karpathos û Rhodesê de girt.

SEROKÊ QIBRISÊ BANG LI DADGEHA EDALETÊ YA LAHEYÊ KIR

Ji aliyê din ve, Serokkomarê Qibrisê li dijî van hewldanên dewleta Tirk îro serî li li Dîwana Edaletê ya Navdewletî ya Laheyê kir.
Serokkomarê Qibrisê Nikos Anastasiades diyar kir ku ji bo çavkaniyên xwe ji dewleta Tirk biparêzin ev serlêdan kirine.
Serokkomarê Qibrisê weha got:
“Em ji Lahayê dixwazin parastina serweriya me bike.
Çavdêr dibînin, ev lihevkirin wê bandorê li berjewendiyên hemû welatên herêmê bike.”

Leave a Reply

Back to top button