Îran tevahî sînorên xwe yên bi Iraqê re girt

Rewşa li Iraqê li nava cîhanê jî ji nêz ve tê şopandin. Îran ya cîranê Iraqê ye bang li welatiyên xwe kir ku serdana Iraqê nekin. Hemwextî vê sînorên xwe yên bi wî welatî re girt û geştên balafiran betal kir.
Li aliyê din, NY û DYA jî bi daxuyaniyên cuda banga aramiyê li aliyan kir.

Di demekî ku li Bexda rewş aloz bûye de, welatên cîranê Iraqê jî rewşa metirsîdar ji nêz ve dişopînin.

Herî zêde Îran ji rewşê bi fikare.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Îranê, Cîgirê Wezîrê Karê Hundirîn yê Îranê Mecîd Mirahmedî fermana girtina tevahî sînorê bejahî yê bi Iraqê re daye.

Mirahmedî bang li welatiyên kir ku serdana vî welatî nekin û wiha got:

“Ez teqez li ser wê yekê dikim ku ji ber jîngeha ne aram li Iraqê hemû sînorên bejayî yên Îran û Iraqê hatine girtin.

Em rê nadin ti kes ji sînoran derbas bibe.”

Ev biryar di demekê de hat ku bi milyonan Îranî xwe amade dikirin bo merasîmên Erbaînê serdana bajarên Kerbela û Necefê yên Iraqê bikin.

Ji aliyê din ve Rêvebiriya Balafirgeha Îmam Xumeynî ya Navdewletî ya li paytext Tehranê Seîd Çelenderî ragihand ku geştên esmanî yên bo Bexdayê bi awayekî demkî hatine rawestandin.

Ev geşt heta daxuyaniyeke din wê rawestandî bin.

NY û DYA banga hestiyariyê li aliyan kir

Rewşa li Iraqê di nava qada navnetewî de jî tê şopandin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li ser mijarê daxuyaniyek da.

Guterres ji hemû aktorên pêwendîdar ên ku banga “nerazîbûnê” kirine, xwest ku di zûtirîn dem de ji bo kêmkirina aloziyê gavan bi avêjin.

Berdevkê Guterres, Stephane Dujarric got;

Sekreterê Giştî yê NY “bi fikar li xwepêşandanên ku ketine avahiya hikumetê temaşe dike.”

Guterres her wiha bang li hemû aliyan kir ku “bêyî derengmayînek din bi diyalogek aştiyane û berfireh” re mijûl bibin.

Têkildarî bûyeran ji DYA’yê jî daxuyaniyek hat dayîn.

Berdevkê Konseya Ewlekariya Netewî ya Koşka Spî John Kirby ragihand ku nûçeyên ji Iraqê tên “nexweşin”.

Kirby yê banga durketina ji tundiyê kirî wiha got,

“Destûr nadin saziyên Iraqî ku erkên xwe bi cih bînin.

Ev yek jî metirsiya tundiyê zêde dike.”

Back to top button