KJAR: Bi berxwedan, vîn û têkoşînê komploya qirêj hatiye pêçkirin

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilat (KJAR), Koordînasyona Civaka Êzîdî ya Ewropayê bi rasthatina salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyên cuda dan û destnîşan kir, ku bi sekna têkoşînê ya li Kurdistanê bi rengekî dîrokî hesab ji armanc û siyaseta qirêj a hêzên komploger tê pirsîn.

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilat (KJAR) derbarê salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek niviskî weşand.

KJAR diyar kir ku berxwedaniya ku Rêber Apo li Îmraliyê dide û vîna têkoşîna bi biryar a 22 salî ya bilindkirî, ev komploya qirêj û nemerd vala derxistiye.

KJAR got:

Komploya navneteweyî, bi gelê me, berxwedana gelan a leheng û xeta şehîdên me yên leheng, hatiye pûçkirin.

Xeta têkoşînê ya pêngava “Dem, dema azadiyê ye” ku îro gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê bi rê ve dibe, wê tecrîdê bi temamî perçe bike.

Ev sekin wê azadiya Rêber Apo ya fizîkî pêk bîne.

KJAR: Li her deverê em ê li qadan bin

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilat (KJAR) herî dawî ev tişt got:

Têkoşîna berxwedanê ya li hemberî Komploya Navnetewî, gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê, jinan, ciwanan helwesta mînak a ku di sala 99’an de raber kir, ji her demê zêdetir îro jî divê raber bikin.

Wekî KJAR’ê em pengava, “Li Dijî Sêdare û Qirkirina Jin Dema Parastina Jiyana Azad e” bilind bikin.

Koordînasyona Civaka Êzîdî: Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li Êzidîtiyê ye

Koordînasyona Civaka Êzîdî ya Ewropayê jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî weşand û got:

Rêber Apo bi komployek navnetewî hat dîlgirtin, gelek dewletên hevalbendê dewleta faşist a Tirk, destên wan ên qirêj di nava vê komployê de hebû, PDK jî yek ji wan bû, îro di serî de bi hevkariya PDK’ê, ev komplo li Başûr tê berdewam kirin, ev ne tesaduf e ku di salvegera roja reş de êrîşa dibin ser Garê.

Ev planên Erdogan ên têkbirina Tevgera Azadiyê û tunekirina civaka Êzidî ye

Koordînasyona Civaka Êzîdî ya Ewropayê bang kir ku Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê were şermezarkirin û ji bo Rêber Abdullah Ocalan azadî were xwestin.

Back to top button