Şehîd Macid Newaf li goristana şehîd Dilşêr hat oxirkirin

Li navçeyê Tirbespiyê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û li navçeya Şehdadê jî 2 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê bi merasîman hatin oxirkirin. Her wiha li Navçeya Til Koçer jî ji bo gerîlayê HPG’ê Hazim Nofel ku li Avaşînê şehîd bû merasimeke xiyabî hat lidarxistin.

Îro jî merasîmên şehîdan li herêmê hebûn û şehîd hatin oxirkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Macid Newaf Ebdullah eşkere kir.

Bi sedan şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa cenazeyê Şehîd Macid Newaf Ebdullah li Goristana Şehîd Dilşêr bi merasîmekê oxirkirin.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Elewkariya Hundirîn axaftin hatin kirin û soza berdewamkirina riya şehîdan hate dayîn.

Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û diyarî malbatê hate kirin.

Di dawiyê de, cenazeyê şehîd bi druşmeyan hat oxirkirin.

Li Şedadê 2 şervanê QSD’ê bi merasîmekê hatin oxirkirin

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê jî bi sedan kesî bi merasîmekê cenazeyê 2 şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê Îbrahîm Milîşan El-Îbrahîm û Mihemed Ewad El-Ewed oxirkirin.

Di merasîma oxirkirinê de ji fermandarên QSD’ê Ayid El-Dêrî û Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ebîr El-Tean axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di dawiyê de nasnameya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Li Til Koçer merasîma xiyabî ji bo gerîla Hazim Nofel hat lidarxistin

Li navçeya Til Koçer jî ji bo gerîlayê HPG’ê Ereb Hazim Nofel ku di 18’ê vê mehê di êrişên dagirkeriya Tirk ên li Herêmên Parastinê Yên Medyayê şehîd bûbû, merasimeke xiyabî hate lidarxistin.

Merasîm li gundê Koz yê navçeyê hate lidarxistin îro bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçer tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de kesên axivîn û sersaxî ji malbata Şehîd re xwestin.

Piştre wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Şêniyên Helebê sersaxî dan malbata şehîd Dilara Heleb

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê jî tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Dilara Heleb bûn ku li qada şehîdan a taxê hatiye lidarxistin.

Di merasîmê de gelek kes axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Back to top button