Parlamentoya Iraqê derbarê êrişên dagirkeriyê de civiya

Parlementoya Iraqê îro li ser êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyê, civiya. Di civîna ku wezîrê kar derve jî têde amade bû, ji hikûmeta Iraqê hat xwestin ku li ser rastiya lihevkirina bi dewleta Tirk re, agahiyek zelal were parvekirin.

Li başûrê Kurdistanê li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê nerazîbûn her diçin zêde dibin.

Li nava Iraqê jî li hember êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û destdirêjiya li ser serweriya welat, nerazîbûn derdikevin.

Îro li ser daxwaza Serokê Koma Sedir Hesen Ezerî û parlementerek din ku 50 îmze komkiribûn, derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Iraqê, parlemento civiya.

Ji bo ku rewş jê were pirsîn, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên jî amade bû.

Koma Sedir: Divê hikûmeta Iraqê derbarê rastiya lihevkirina bi Tirkiyê re agahiyek zelal bide

Serokê Koma Eniya Sedir Hesen Ezerî ku di civînê de amade bû, xwest Hikumeta Iraqê derbarê rastiya lihevkirina Hikumeta Iraq û Tirkiyê ya li ser êrişa ser xaka Iraqê de, agahiyek rast û zelal bide.

Hesen da zanîn ku Tirkiye ji lewaziya Iraqê sûd werdigre û êrîş dike û got: “Gelo hebûna leşkerên Tirkiyê di nava axa Iraqê de, çiqas rewa ye.?”

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê: Ti lihevkirinek nû di navbera Iraq û Tirkiyê de nîne

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên piştî li nêrîn û pirsên aliyan guhdar kir, axivî û got:

Li gorî lihevkirina Iraq û Tirkiyê ya sala 1984’an, Tirkiye tenê dikare 5 kîlometre bikeve nav xaka Iraqê, lê divê piştî wê 72 saetan carek din ji Iraqê derbikeve.

Fuad Hisên destnîşan kir ku lihevkirina wê demê jî tenê ji bo salekê bû, û ti lihevkirinek din di navbera Iraq û Tirkiyê de nîne.

Back to top button