Dibeybe dewlemendiya Lîbya pêşkêşî Tirkiyê dike

Dewleta Tirk a qirker dewlemendiyên xaka welat ji bo xwe bikar tîne.
Dibeybe careke din piştevaniya peymana rayeyên deryayî yên bi Tirkiyê re kir.
Û hewildênên Misir yên li herêmê jî bi tundî red kir.

11 sal derbas bûn, lê ti nîşaneyek ku hêviya aramiyê bû gelê Lîbya pêk were xuya nake.

Li welat 2 hikumet û serokwezîr hene.

Biryarên cuda yên ji van hikumetan derdikeve, tenê rê li ber daxwazên derve vedike.

Ebdulhemîd Dîbeybe yê ji erk hatî girtin, hîna li paytext Terablusê bi hêzên çekdar re dixwaze deshilata xwe dewam bike.

Dibeybe yê alîgirê rejîma serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan têkildarî peymana deryayî ya navbera wan û Tirkiye, nirxandin kir.

Dibeybe di roportaja tayet a bo televziyona El Hedes careke din piştevaniya xwe ya peymana deryayî ya bi Tirkiyê re dubare kir.

Dibeybe îdia kir ku welatê wî bi vê peymanê mafê xwe yê aborî wergirtiye.

Dibeybe: Em pêngava misirê bi tavahî red dikin

Dibeybe diyar kir ku wan biryara ku Misirê ragihandibû ku sînorên deryayî yên bi Lîbyayê re diyar kiriye red dikin û got,

“Ne mimkûn e ku sînorên deryayî û peymanên parzemînê yekalî bin.

Em vê pêngava Misrê bi tevahî red dikin.”

Dibeybe da zanîn ku ji bo lihevkirinekê divê komisyonek bo diyarkirina sînorên deryayî yên di navbera Misir û Lîbyayê de were avakirin.

13’ê Kanûnê biryara Serokomarê Misrê Ebdulfetah es-Sîsî ya derbarê diyarkirina sînorên deryayî yên rojavayê welat di çapemeniyê de hate weşandin.

17’ê Kanûnê Wezareta Karên Derve ya Lîbya jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ev biryar “yekalî” ye û bi temamî red kir.

Back to top button