Di santirafoja ku bi fermana Rûhanî hatî vekirin de qeza pêk hat

Di beşê dabeşkirina elektirîkê ya li navenda Nûkleerî ya Nataz a Îranê de qezayek rûda.

Berdevkê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê Behruz Kemalwendî ragihand ku li Navenda Nûkleerî ya Natanz ya li Esfananê qezayek pêk hat.

Kemalwendî diyar kir ku qeza di beşa dabeşkirina elektirîkê de rûdaye û got:

Ji ber qezayê ti qirêjîya hawirdor û gef çênebûye.

Navenda qala wê tê kirin ji santrifojên berê 10 qat zêdetir wê uranyumê hilberîne.

Fermana vekirina vê navendê di weşana zindî de ji aliyê serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ve hatibû dayîn.

Rûhanî dazanîn ku ji sala derbasbûyî ve, li welat 133 projeyên nûkleerî xistine meryetê.

Balkêşe ku ev qezaya li navnedê, rastî serdana Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin ya ji bo Îsraîlê hat.

Back to top button