Li Tebqayê 2 stasyonên avê ji nû ve hatin xebitandin

Saziya Avê ya Tebqayê 2 stasyonên ava vexwarinê ku hatibûn sekinandin, xistin xizmetê..

Stasyona Ayid û El-Cerafat ên Tebqayê ji ber kêmkirira ava çemê Firatê, ji xizmetê derketin.

Her du stasyon ji ber kêmbûna ava gola Bendava Firatê bi qasî 15 metreyan ji aliyê dewleta Tirk ve, ji xizmetê derketibûn.

Saziya Avê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Tebqayê hefteya borî dest bi xebitandina her du stasyonan kir.

Têkildarî mijarê hevserokê Saziya Avê ya Tebqayê Hemûd El-Şêx axivî û wiha got: “Me hin guhertin di stasyonê de çêkirin û ji nû ve saz kirin.”

Hemûd El-Şêx diyar kir ku şêniyên taxa Ayid, ji sedî 30 sûd ji guhertinê negirt û av bi sahrîcan ji wan re tê şandin.

Back to top button