Ewlehiya kampê hat hedefgirtin

Doh artêtşa dewleta Tirk bi balafiran êrişî hêzên Ewlehiya Kampa Holê kirin. 

Balafirên dewleta Tirk cihê asayîşê ku parastina kampa Holê dikir, bombebaran kir.

Di encamê de komeke malbatên DAIŞ`ê reviyane.

Hêzên ewlekariyê ji bo girtina wan kesên reviyane ketin nav tevgerê.

Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Nivîsgehê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker girtiîgehên çeteyên DAIŞ’ê hedef digire û got:

”Ji nêzî mehekê ve li hemû navendên çaksaziyê û perwerdeyê yên herêmê seferberî hatiye ragihandin.

Ew jî ji ber agahiyên ku dibêjin şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ji bo êrişkirina wan navendan plan danîne.

Armanca wan ew e ku girtiyên DAIŞ’ê yên di navendên me de birevînin.

Her wiha çalakbûna wan şaneyan bi êrişên dawî yên dagirkeriya Tirk ve girêdayî ne.

Berpirsiyariya parastina van navendan ne tenê ya Rêveberiya Xweser û gelê Sûriyê.

Lê belê ya hemû aliyên berpirs ên şerê li dijî DAIŞ’ê ye, di serî de civat û Koalîsyona Navneteweyî.”

Back to top button