Artêşa Iraqî bi sê oprasyonan cuda sê çete girtin

Artêşa Iraqî bi sê oprasyonên cuda li dijî DAIŞ’ê, girtina 3 çeteyan ragihand.

Berdevkê giştî yê Artêşa Iraqî Yehya Resûl bi daxuyaniyekê eşkere kir ku, 3 oprasiyon di çarçoveya tola şehîdên êrîşa terorî ya Bexdayê de, hatin kirin.

Li gorî daxuyaniyê, oprasiyona yekem li herêma Ridwaniyê ya rojavayê paytextê de pêk hatibû, di encamê de çetekî DAIŞ’ê hate girtin.

Herdu oprasyonên din jî, li parêzgeha Anbar, Navçeya Kerma pêk hat ku di encamê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Li aliyekî din jî, li parêzgeha Selahedîn di encama kemînekê de, fermandarek û 11 çekdarên Heşd El-Şaebî hatin kuştin.

Back to top button