ISRAÎL BERSIVA ÊRÎŞA REJÎMÊ YA DUH DA Û 3 LEŞKERÊN SÛRÎ KUŞTIN

Piştî êrîşên rejîma Sûrî li dijî Colanê, balafirên Israîlî weke bersiv gelek dever li Sûriyê kir hedef.
Di encamê de 3 leşker hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Artêşa Israîlî ragihand ku îro vê sibê balafirên wan ên şer gelek çeperên leşkerî di hundirê Sûriyê de kirin hedef.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî balafirên Israîlî deverên nêzî Hisêniyê, Kiswê û başûr-rojavayê Şamê ku navend û enbarên Îran û Hizbellaha Libnanî lê ne kirin hedef.

Di encama moşeka ku li Til Şearê ket de, 3 leşker rejîma Sûrî kuştin û 7 jî birîndar kirin.

Sîstema parastinê ya Sûrî jî hinek moşekên Israîlî ku ji Colanê hatibûn berdan bê bandor kirin.

NETANYAHU: ÊRÎŞÊN ESMANÎ BI FERMANA MIN PÊK HATINE

Serokwezîrê Israîlê Benjamen Netanyahu der barê vê yekê de daxuyaniyek da û got:

Êrîşên asmanî bi ferman min pêk hatin.

Piştî moşek ji Sûriyê bi ser Colanê ve hatin, me biryar da ku artêş bersiveke xurt bide.

Serokwezîrê Israîlê teqez kir ku çi êrîş li dijî wan pêk were, ew ê bi hêzeke mezin bersiva wan bidin.

Leave a Reply

Back to top button