greva birçîbûnê di roja 54’an de didome

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, li zîndanên Tirkiyê, Mexmûr û Yewnanîstanê dewam dikin. Malbatên girtiyan diyar kirin ku girtî rastî binpêkirina mafan tên û banga piştgiriyê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, bi koma 11’an di roja 54’emîn de berdewam dike.

Li Kampa Mexmûrê jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê di roja 33’an de bi koma 17’emîn dewam dike.

Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo piştgiriyî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakî di roja 16’emîn de dewam dike.

Çalakiya tevgera jinên ciwan bi dawî bû

Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya xwe ya greva birçîbûnê, di roja 8’emîn de bi dawî kirin.

Çalageran diyar kirin ku dewleta tirk ji bo vîn û baweriya me bişkîne, Em dibêjin heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.”

Malbatên girtiyan: daxwazên girtiyan pêkanîna hiqûqê ye

Her roj bangawaziyên piştivaniya çalakiya greva birçîbûnê zêde dibin.

Dayika girtîyên siyasî Abdullrahîm û Abdulqadir Baybars ên ku li dijî tecrîtê ketine greva birçîbûnê Resmiye Baybars, diyar kir ku her roj mafê girtiyan tê binpêkirin, pêwîste her kes serî rake û bêje êdî bes e.

Siyasetmedarên jin: Li dijî tecrîdê yekîtî pêwîste

Siyasetmedarên jin ên Bakurê Kurdistanê jî ji bo greva birçîbûnê banga xwedîderketina li çalakiyê kirin û gotin:

Heke em xwedî li berxwedana girtiyan dernekevin dê encamên xirab derkevin holê.

Endama Meclîsa HDP ya Peyasa Amedê Songul Kapanci diyar kir ku heta ev binpêkirin û tecrîd ji holê ranebe dê girtî her tim serî li çalakiyan bidin û wiha domand:

Tecrîda li ser Îmralî di kesayeta Rêber Ocalan de xwe gihandiye hemû girtîgehan.

Hemû mafên girtiyan a ji bo hevdîtina malbat, parêzer û telefonê heye.

Lê di serîde li Îmralîyê, li tevahî girtîgehan, hiqûq û mafên girtiyan tê binpêkirin.

Endama Meclîsa HDP’ê ya Karazê Jale Okkan jî diyar kir ku girtî pêngava berxwedan û azadiyê avêtine, divê dengê çalakiya grevên birçîbûnê xwe bigihîne her qadên civakê.

Back to top button