
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar piştî serdana xwe ya li Bexdayê serdana Hewlêrê jî kir.
Li gorî çavdêrên siyasî sedema sereke ya çuyîna wezîrê Tirk êrîşên li dijî PKK’ê û berfirehkirina dagirkeriya li başûrê Kurdistanê ye.
Duh Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi şandeyekê serdana Bexdayê kir.
Akar li Bexda bi Serokwezîr Mistefa Kazimî û Serokkomar Dr. Berhem Salih re civiya.
Piştî wê bi şev derbasî Hewlêrê bû.
Şandeya Tirkiyê li Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, piştre jî bi Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokê herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Heya niha derbarê naveroka civînê de ti daxuyaniyek fermî nehatiye belavkirin.
Çavdêrên siyasî: Sedema serdanê êrîşa li dijî PKK’ê firehkirina dagirkeriyê ye
Serdana şandeya Tirkiyê, di demekê ye ku rojane balafirên şer ên dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û serweriya xaka Iraqê binpê dike.
Ji derveyî vê jî 40 kîlometre kûrahî ketiye nava xaka Başûr bi dehan navendên leşkerî û sîxûrî ava kirine.
Derbarê serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar a ji Bexda û Hewlêrê, çavdêrên Siyasî Arêz Ebdullah, Pişder Babekir û Adil Osman nirxandin kirin.
Li gorî çavdêrên siyasî sedema sereke ya hatina vê şandeyê rasterast peywendî bi lêdana PKK’ê û doza Kurd a li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê ve heye.
Çavdêrên siyasî diyar kirin ku Tirkiye dixwaze siyaseta xwe ya li dijî Başûrê Kurdistanê berdewam bike û dagirkeriya xwe berfireh bike û bi vê mebestê dixwaze piştgiriya Iraqê bi dest bîne.