Efxanistan..DAIŞ’ê berpirsiyarî girt ser xwe

Doh li Efxanistanê li dijî nexweşxaneyeke leşkerî êrişeke bombeyî pêk hat û gelek kuştî û birîndar hebûn. DAIŞ’ê, berpirsiyariya êrişê girt ser xwe. 

Li paytexta Efxanistanê Kabûlê li dijî nexweşxaneyeke leşkerî êrişeke bombeyî pêk hat.

Têkildarî hejmara kuştiyên êrişê agahiyên cûda hatin belavkirin.

Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd ragihand di êrişê de 4 sivîl û 3 endamên wan hatine kuştin.

Lê şahidên êrişê jî dibêjin hejmara kuştiyan ji 20 zêdetir e û derdora 50 kes jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê li ser hesabên tevna civakê berpirsyariya êrişê girt ser xwe.

Li gorî îdîayên DAIŞ’ê, êriş ji aliyê 5 çekdaran ve hatiye kirin û di encamê de fermandarekî Talîban û gelek kesên pê re hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê ji 15’ê Tebaxê ve, li Kabûl, Kandahar û Kunduzê 4 êriş pêk anîn û tê de bêtirî 250 kes kuştine.

Back to top button