Dewleta Tirk a dagirker di roja Cejna Remezanê de jî êrişên xwe li ser herêmê ranewestandine. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê Eyn Îsayê topbaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Xalidiyê, Seyda û rêya M4 yên Eyn Îsa bi doçkayê topbaran kirin.
Her wiha duh jî dewleta Tirk a dagirker 4 caran gundê Fatsê yê Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kiribû.