Bi pêşengtiya partiyên ‘Tifaqa Kurdistanê’ wê pîrozbahiya newrozê 11’ê Adarê li Amedê destpê bike. Logoya Newrozê wê tecrîd, zextên li ser zimanê dayikê û yekîtiya netewî be.
Bi tevlêbûna hevserok, berdevk û nûnerên rêxistinên kurdî yên li bakurê Kurdistanê wê sibê li Amedê di saet 11.00’an de starta newrozê were dayîn.
Newroz wê bi slogana ”Ji bo yekîtiyê, demokrasiyê û azadiyê werin newrozê” were pîrozkirin.
Starta despêkê ya newrozê jî wê ji navçeya Sûr ya Amedê despê bike.
Li ser mijarê wê sibe civîneke çapemenî bi beşdarbûna hevserok û endamên partiyên kurdî were dayîn.