YNK’ê piştgirî da banga Mûrad Karayilan a diyalogê

Endamê Buroya Siyasî ya YNK’ê Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku ji bo şerê birakujiyê pêkneyê ew piştgiriyê didin banga Murad Karayilan.
Seedî Ehmed Pîre derbarê peymana li ser Şengalê de jî got, ew wek YNK li dijî vê peymanê ne.

Sewqiyeta leşkerî ya PDK’ê ji bo herêmên gêrîla didome. Ev yek jî di nav kurdan de metirsiya şerê navxweyî avakiriye.

Endamê Bîroya Siyasî ya YNK’ê Seedî Ehmed Pîre derbarê mijarê de ji Aryen Tv re axivî.

Seedî Ehmed Pîre balkişand li ser banga endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan ya ji bo aştî, rêgirtina li şerê birakujiyê, metirsiya liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li herêma Behdînanê.

Seedî Ehmed Pîre got:

“PDK hêzên roj li hinek deveran xistiye nava liv û tevgerê û niha jî dişîne Herêma Garê ya Behdînanê.

Ev ji bo rûdana şer metirsiye. Birêz Murad Karayilan têkoşer û xwedî ezmûna şer û aştiyê ye.

Dizane şer çend malwêraniyê bi xwere tîne û çiqasî ziyana wê siyasî û netewî heye. Ji bo vê em piştgiriyê didin peyama birêz Karayilan ya dijî şerê birakujiyê.”

Seedî Ehmed Pîre destnîşankir ku PDK’ê gelek lihevkirin bi Iraq û Tirkiyê re çêkiriye û diyar kir ku tevî ew di nava hikumetê de ne, lê ew ji van lihevkirinan nehatine agadarkirin.

Pîre derbarê lihevkirina PDK û hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê de jî diyar kir ku wek YNK li dijî vê peymanê ne, peymana ku xelkên Şengalê nasneke, em jî nasnakin.

Endamê Bûroya Siyasî ya YNK’ê behsa daxuyaniya Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê kir û dazanîn ku ger tiştê dibêjin raste bila kesê binçavkirine eşkere bikin.

Pîre di dawî de diyar kir ku ew wek YNK dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê qebûlnakin, ji ber ku ew baş dizanin ev dagirkerî di çarçoveya plana Mîsaqî Milî de pêk tê.

Back to top button