Tirkiye ji bo tinekirina ruhî Kurdî li Başûrê Kurdistanê, kar dike

Nerazîbûna gelê Kurd li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser Kurdistanê û hevka riya PDK’ê her diçe zêde dibe. Siyasetmedar û çalakvanên herêma Soran ya başûr li hemberî amadekariyên êrişan û hevkariya PDK’ê nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Tirkiye hatiye ruhê Kurdî yê li herêmê tine bike û PDK jî alîkarî dike. Komeleya Malbatên Şehîdan û Windahiyan jî li dijî pilanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, banga yekîtiyê kirin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di 26’ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker wê bi hevkariya PDK’ê êrişekê li ser Başûrê Kurdistanê bide destpêkirin.

KCK’ê bang li Parlementoya Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, saziyên fermî û raya giştî kiribû ku li hemberî plana dagirker rabin û PDK’ê hişyar bikin.

Piştî ku ev plana PDK’ê û dewleta Tirk hate eşkerekirin, bû sedema bertekan.

Siyasetmedar û çalakvanên başûrê Kurdistanê dibêjin armanca êrişan dagirkirina başûrê Kurdistanê û mayîna PDK’ê li ser desthilatê ye.

Siyasetmedar Mistefa Gelalî got:

“Tirkiye ji bo tinekirina ruhê Kurdî yê li Başûrê Kurdistanê hatiye.

Ji bo vê jî partiyek siyasî ya Kurd heye, ji bo mayîna xwe serî li her tiştî dide û di nava xaka Kurdistanê de destê dijmin digire.”

“Yek armanca tirkiyê heye, ew jî dagirkirina xaka kurdistanê ye”

Siyasetmedar Karzan Ezîz jî diyar kir ku belavbûna di nava Kurdan de ziyan gihandiye Kurdan û doza Kurd û got:

“Dijmin ji bo berjewendiyên xwe destwerdan kiriye.

Yek armanca Tirkiyê heye, ew jî dagirkirina xaka Kurdistanê ye.”

Komaw: Li dijî planên dagirkeriya Tirk, yekîtiya Kurdistanî ava bikin

Li ser heman mijarê Komeleya Malbatên Şehîdan û Windahiyan (KOMAW) li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê û piştgiriya navdewletî li pey êrişên nû û piralî yên ji bo tunekirina destketiyên li Başûrê Kurdistanê ye.

Her wiha bang li sazî û gelê Kurd hate kirin ku helwesteke bi bandor nîşan bidin û yekîtiya xwe ava bikin.

Back to top button