Ciwan li dijî karanîna çekên kîmyewî bersivdan

Ji bo rakirina tola 17 gerîlayên ku di êrîşên kîmyawî de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûne, 20 ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûn.

Dewleta tirk a qirker bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla didomîne.

Li dijî vû polîtîkaya qirkirinê Komalê Ciwan di bin diruşmeya “Li dijî dagirkeriyê û xiyanetê werin cenga azadiyê” seferberî ragihand.

Ciwanên Kurdistanê ji bo ku bersiva bangê bidin û seferber bibin bi rojan li qadane û li dijî dagirkeriyê çalakiyên cihêreng li dar dixin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 20 ciwan ji bo tolhildana 17 Gerîlayan tevlî PKK’ê bûn

Herî dawî jî piştî şihadeta 17 gerîlayan bi çekên kîmyawî ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ciwan bê navber diherin nava refên gerîla.

Di vê çarçoveyê de herî dawî jî 20 ciwan ji bo tolgirtina şehîdên azadiyê ji Bakur-Rojhilatê Sûriyê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûn.

Ciwanan bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla ragihandin û bang li tevahî ciwanan kirin ku cihê xwe di têkoşîna azadiyê de bigirin û tevlî PKK’ê bibin.

Back to top button