Mihemed Şêxo: Ev êrîş nîşaneya têkçûna hemû plan û komployên li dijî herêmê ye

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê nîşaneya têkçûna hemû plan û komployên li dijî gelê herêmê ye. Mihemed Xêr bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku êrîşên xwe rawestîne.

Ev zêdeyî hefteyekê ye, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe rojane êrîşî gundên bakur û rojavayê bajarê Minbicê dikin û sivîlan dikin armanc.

Der barê vê yekê, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê, Mihemed Xêr Şêxo axivî û diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk gundên xeta sînor bi domdarî topbaran dikin û sivîlên li mala xwe bi ewle dike armanc.

Mihemed Xêr da zanîn ku ji ber êrîşan, gelek sivîl şehîd û birîndar bûn, her wiha ziyaneke mezin gihişt malên wan.

Şêxo destnîşan kir wan tu carî êrîşî dewletên cîran nekirine, berovajî vê, ew hirmetê didin welatên cîran.

Li gorî hevserokê Meclisê, ev yek nîşaneya têkçûna hemû plan û komployên li dijî gelê herêmê ye.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku êrîşên xwe yên li ser gundên Minbicê rawestîne.

Back to top button