Salih Musilm: Şehîdên Kurdan yekîtiya xwe çêkiriye

Endamên Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim ji Ronahî TV re ragihand ku divê Partî Demokratî Kurdistan peymana bicihibûna Gerîla li Başûrê Kurdistanê bin pê neke.

Muslim destnîşan kir ku, ev hêzên ji bo qadên Gerîla tên şandin, ne pêşmerge ne, lê belê hêzên taybet ên PDK’ê ne.

Salih Muslim bang dike, eger şehîdên Kurdan bûne ye, divê hewldanên birakujiyê neyên kirin û birêz Mesûd Barzanîn xwedî li sozên xwe derkeve.

Salih Muslim endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê bi vê gotinê banga rawestandina hewldanên şerê navxweyî di navbera Kurdan de dike.

Ev asoya şerê navxweyî li Başûrê Kurdistanê fireh dibe, nexasim ku Partî Demokratîk Kurdistan hêzên xwe dişîne derdora Garê û li wir peymana 1982’an a di navbera Gerîla û Idrîs Barzanî de bin pê dike.

Muslim: Bicihbûna gerîla bi peyaman bi Idrîs Barzanî re pêk hatiye

Li gorî Rêveberê PYD’ê Salih Muslim ji ber têkliyên kevin û biryarên dîrokî ji bo parastina Kurdan, pêşmere tu carî qebûl nakin bibin amûrên şerê navxweyî, lê belê PDK’ê hêzên xwe yên taybet şandiye wê deverê.

Muslim: Pêşmergeyên dêrîn tu carî nabin amûrê şerê navxweyî

Tê zanîn beriya niha Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî soz dabû ku, ew nahêle şerê navxweyî derkeve.

Lê balkêşk e ku niha hişyariyên derketina şerê navxweyî tên dayîn û Barzanî hîna jî bêdeng e.

Muslim: Em dengê Mesûd Barzanî nabihîsin

Gelek caran daxuyaniyên rayedarên PDK’ê têkliya xwe û Dewleta Tirk bi erênî nirxandine, lê belê ji bo tevahiya Kurdan dibe cihê êşeke mezin.

Ji lewre Salih Muslim destnşan dike, eger têkilî baş bin, bila zextê li Tirkiyê bikin û pirgirêka Kurdan çareser bikin.

Muslim: Bila PDK’ê zextê li Tirkiyê bike da pirsgirêka Kurdan çareser bike

Ev demeke PDK’ê hêzên bi navê Roj û Gulan dişîne herêma Akrê ya Garê û xwe li wir bi cih dike.

Lê pê re jî êrîşên Dewleta Tirk li ser hêzên Gerîla zêde dibin û bi berdewamiya vê yekê re, ne dûr e şerekî Kurdan bi hev re derkeve.

Ji lewre, Kurd û rayedarên xwe li benda hewlwestekê li Serokatiya PDK’ê ne, da vê mijarê zelal bikin.

Back to top button