Hêzên Rizgariya Efrînê li Marê, Ezaz û Şera ya Efrînê li hêzên dagirker yên Tirk û çeteyên wan xistin.
Di encama çalakiyan de 12 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, 15 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da û diyar kir wê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û sivîlan bê bersiv nemînin.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi çalakiyan bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê didin.
Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê encamên çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de daxuyaniyek da.
HRE’yê di daxuyaniya xwe de bal kişande li ser zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha got,
“Êrişên dewleta Tirk a qirker û faşîst ku her roj li ser heremê zêdetir dibin.
Ev êrişên ku bi armanca qirkirinê tên lidar xistin de her roj welatiyên me yên sivîl şehîd dikevin û birîndar dibin.
Herî dawî komkujiya ku artêşa Tirk a qirker li Til Rifatê pêk anî mînaka herî berbiçav e.
Em wekî Hêzên Rizgariya Efrînê, van êrişên dagirkeran bêbersiv nahêlin.”
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya parastina rewa de di navbera rojên 18 û 27ê Tebaxê de çalakiyên bersivdayinê hatin lidar xistin û ev agahî hatin parve kirin;
“18’ê Tebaxê li navçeyên Şera a Efrînê û Marê du çalakî hatin lidar xistin.
Li nêzî gundê Meryemînê ya navçeya Şera, di encama çalakiyê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
Di encama çalakiya li Marê jî 3 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
21’ê Tebaxê li Marê di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin.
22’ê Tebaxê li Ezazê, nuqteyek dagirkeran hat hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn.
24’ê Tebaxê li Ezaz û Babê du çalakiyên bi bandor hatin lidar xistin. Di çalakiya Ezazê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
Di encama çalakiya ku li herêma Babê jî hat lidar xistin de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.
27’ê Tebaxê jî dîsa li Marê di encama çalakiyêkê de çeteyek hat kuştin.”