Li kampa Holê cilên artêşa Tirk a dagirker hatin dîtin

Îro li Kampa Holê ku roja 4’an e operasyona Ewlehî û Mirovî dewam dike, cilên artêşa Tirk hatin dîtin.
Ev cil jî taybet li beşê duyemîn ê kampê hatin dîtin.
Bi vî awayî eşkere têkiliya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ û şaneyên wê yên li kampê re, diyar dibe.

Belgeyeke nû ku têkiliya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê dupat dike, derket holê.

Îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn li konekî beşê duyemîn ê Kampa Holê cilên girêdayî artêşa Tirk a dagirker dîtin.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, piştgiriya dewleta Tirk a dagirker a bi komên çeteyan re xuya bû.

Bi demê re ev têkilî eşker bi çeteyên DAIŞ’ê bi xwe re jî hat belgekirin.

20`ê Çileyê, çeteyên DAIŞ`ê êrişî Girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê kir.

Wê demê hin çeteyên ku ji aliyê QSD ve hatine girtin, li xwe mikur hatin ku wan ev êrişa li ser girtîgehê yekser bi fermanên dewleta tirk a dagirker pêk anîye.

Her wiha mikur hatin ku Kampa Holê ya ku bi hezaran malbatên DAIŞ`î lê ne jî, armanca wan a duyemîn bû.

Back to top button