Nûnerê YNK Newzad Kareem:Divê ji bo yekîtiya netewî em kar bikin

Nûnerê YNK’ê Newzad Kareem diyar kir ku divê di mijara yekîtiya kurd de her kes bi hev re tevbigere ji ber ku kurd ji bo yekîtiya neteweyî dereng mane.

Ji bo salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê tenê çend roj mane,
Endamê ‘Komîteya li dijî Lozanê’ Nûnerê YNK’ê Newzad Kareem nirxandin kir.

Kareem diyar kir ku eger beriya 100 salî komîta li dijî lozanê hebûya û kurdan cihê xwe di nav de bigirta wê qirkirin nehatiba vê astê .

Kareem got:”Ji aliyê yekîtiyê ve em dereng mane lê belê girîng e ku em niha li hev kom dibin û bicivin xala bingehîn li dijî Lozanê bê kirin ku Kurdistan bibe yek .”

Kareem destnîşan kir ku pêwîste gelê Kurd hevdû qebûl bike û wiha dewam kir :

”Fikrê me dibe cuda be lê divê em karibin di mijara hevpar de bicivin , ev yek jî wê bingeha yekîtiyê ava bike.

Li kîjan parçî be tu partî nikare bêje ‘Ez li dijî yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê me’.

Berovajî wê hemû partî vê dibêjin, ‘Em ji bo yekîtiyê kar dikin.”

Di dawiyê de Kareem bang li partî Partî û saziyên li hemû parçeyên Kurdistanê kir
ku bi têgihiştina netewî tevlî konferansê Lozanê bibin .

Back to top button