Fayeq Ebdulah: Divê çeteyên DAIŞê cezayê herîn giran bigrin

Bavê Şehîd Egîd Şengalî, Fayeq Ebdullah keyfxweşiya xwe ji biryara Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Suriye ya darizandina çeteyên DAIŞ’ê anî ziman û wiha got: Divê çeteyên DAIŞ’ê cezayê herî giran bigrin”.
Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xalid Qasim jî piştgirî da biryara Rêveberiya Xweser.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10’ê Hezîranê de ragihandibû ku wê çeteyên DAIŞ’ê bidarizînin.

Ev biryar ji aliyê malbatên şehîdan ve bi keyfxweşî hate pêşwazîkirin.

Bavê Şehîd Egîd Şengalî, Fayeq Ebdullah piştgirî da darizandina çeteyên DAIŞ’ê û ev nirxandin kir:

“Çeteyên DAIŞ’ê dilê bi sedan dayîk û bavan şewitandine, bi sedan zarok, jin û kesên bi temen qetilkirine.

Me bi destê wan çeteyan hezaran şehîd dan.

Ew çete ji bo tinekirina Kurdan hatibûn şandin. Mal û milkê xelkê wêran kirin.

Pêwîste cezayê herî giran li wan bê birîn.” ”

Xalid Qasim: Biryara Rêveberiya Xweser herî zêde civaka Êzîdî kêfxweş kir

Her wiha Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xalid Qasim jî piştgirî da biryara Rêveberiya Xweser û got:

“Ji ber biryara Rêveberiya Xweser ya dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê herî zêde jî, civaka Êzidî keyfxweşe ku piştgiriyeke xurt didin vê biryarê.
Em weke Rêverberiya Xweser ya Şengalê vê biryarê girîng dibînin û piştgiriya wê dikin.”

Xalid Qasim bang li Iraqê û hêzên navnetewî kir ku piştgirî li vê biryarê bikin û li Iraqê jî ji bo darizandina berpirsyarên fermanê dadgeh were danîn.

“Divê her kes xwedî li biryara Rêveberiya Xweser derkevin”

Xalid Qasim di dawiyê de banga piştgirîdayîna biryarê kir û got:

“Em jî weke civaka Êzîdî divê em li ser esasê berjewendiyê civaka xwe xwe xurt bikin û tifaqa xwe pêş bixin.”

“Divê zûtirîn dem de çeteyên DAIŞ′ê werin darizandin”

Back to top button